Skip to main content

Sûriye: Hewldanên dîtina qurbaniyên revandî ji aliyê DAIŞê ve dubare destpê bikin

Divê desthilatên xwecihî pêşengiyê bidin dîtina kesên windayî

Kesek alaya Dewleta Îslamî Li Îraq û Şamê (DAÎŞ) li Reqa, Sûriyê, bilind dike, di 29ê Hezîrana 2014an de © 2014 Reuters

(Beyrût) Rêxistina Ҫavdêriya Mafên Mirovan (HRW) îro ragihand ku, piştî salekê ji têkҫûna herêmî ya DAIŞê li Sûriyê, desthilatên xwecihî li bakurê Sûriyê sernektin di piştgirîkirina hewldanên dîtina kesên ku ji aliyên DAIŞê ve hatine revandin. Divê ew desthilat bi awayekî bilez hemû karînan bixe kar ji bo diyarkirina ҫarenivîsa bi hezaran kesên windayî.

Di dema desthilatdariya DAIŞê li Sûriyê de, wê grûpa ҫekdar binpêkirinên hovane derheqê nişteciyên sivîl de kirin, mîna revandin û bidarvekirina bi hezaran kesên ku ji mal, cihên kar û xalên pişkinînê hatin revandin. DAIŞê ew kes dikirin armanc, ên ku weke rêgirên berferehkirina xwe û dijber ji desthilata xwe re didîtin. Kiryarên revandin û windakirinê hiştin ku tiris û dudilî belav bibe, û dijberên berҫav werin jinavbirin, û bûne waneyek ji wan kesan re ku daxwaza dijderketinê li cem wan hebû.

Sara Kayyalî, lêkolînera karûbarên Sûriyê li HRW, dibêje: "Divê desthilatên xwecihî yên ku wan navҫeyên ku berê di dest DAIŞê de bûn kontrol dikin, kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin bixin karekî pêşeng," û wi didomîne: "Ligel têkҫûna DAIŞê û binҫavkirina gelek ҫekdarên wê, derfet li pêş desthilatan ҫêbû da bigihin navҫeyê û agahiyên pêwîst bidest bixin. Tiştê ku em niha dixwazin vîneke siyasî ye ji bo bidestxistina bersivan e. "

Ti ҫînek ji nişteciyên Sûriyê nefilitî. HRW kiriyarên revandinên leşkerên hikûmeta Sûriyê û ҫalakvanên Kurd û rojnamevanên ser bi opozîsiyonê ve belgeh kirine. Lê tevî vê yekê, ti desthilatekê ne pêdiviyên pêwîst pêşkêş kirin û ne jî vîneke siyasî dan nîşandan ji bo eşkerekirina ҫarenivîsa kesên windayî li Sûriyê û deverên din, û ne jî bi awayekî ciddî li bangewaziyên malbatan nerîn ji bo eşkerekirina ҫarenivîsa hezkiriyên wan.

Di Sibata 2020an de, HRW raporek belav kir ku têde bang li desthilatên xwecihî kir ku pêdivî û dahatan ji van hewlan re pêşkêş bikin, di nav de pêkanîna sîstemeke navendî ji bo gihiştin bi malbatên kesên revandî, û gihiştina bi agahiyên îstixbaratî yên sereke derbarê endamên DAIŞê yên gumanbar de ku dibe hin delîlan bidin, û herwiha derxistina gorên girseyî.

Di 7ê Nîsanê de, Encûmena Sûriya Demokratîk a bi serkêşiya Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê, avakirina komeke kar ji bo ҫarserkirina doza girtiyan ragihand. Tevî vê pêngava erênî, lê wê ti tedbîrên din nestandin ji bo pêşengkirina diyarkirina ҫarenivîsa wan kesên ku berê li cem DAIŞê bûn. Encûmena Sûriya Demokratîk û baskê wê yê leşkerî, Hêzên Sûriya Demokratîk, ji aliyê hevpeymaniya li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê ve tên piştgirîkirin.

Fîras El-Hac Salih, Tîrmeha 2013an

Fîras El-Hac Salih, ku jidayîkbûyê sala 1972an e û fermanberê hikûmetê bû, du caran ji aliyê hêzên ewlekariyê yên ser bi serok Beşar Esed ve hatiye binҫavkirin, bi bihaneya ku xwepêşandanên li dijî hikûmetê rêk dixistin, piştî binҫavkirina duyem jî karê xwe jidest da. El-Hac Salih hevkar bû di rêvebirina dijberiya li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dema ku di sala 2013an de gihişte Reqayê.

Di 20ê Tîrmeha 2013an de, dema ku El-Hac Salih û hevalekî xwe ji bajarê Reqayê vedigeriyan mal, otomobîlmekê rê li wan girt. Otomobîlê El-Hac Salih bire baregeheke DAIŞê li Reqayê, weke ku hevalê El-Hac Salih ji hevjîna wî re gotibû.

Ji wê demê ve, malbata wî, di nav de hevjîna wî Xedîr jî, ti agahî li ser nebihîstine. Dema ku El-Hac Salih hat revandin, kurê wî Îbrahîm yê niha 8 salî, wê demê 2 salî bû. Di sala 2018an de, dayîka wî ji HRW re got ku Îbrahîm bi zorê bavê xwe nas dike:

"Kes nikare ligel DAIŞê gotûbêjan bike. Ne girîng e bê te ҫiqas li ser wan bihîstiye, û ne jî qasê te dîtiye, ji ber ku ҫîrok cuda ye li cem kesên ku bi wan re jiyan dikirin. 4 sal û 10 heyv û 3 roj derbas bûn- ev ne tenê agahiyek e û ne jî bi tenê amajeyek e. "

Ebdullah Xelîl, Gulana 2013an

Ebdullah Xelîl, ku sala 1961ê jidayîk bûye, ҫalakvanekî kevn di warê parastina mafên mirovan bû. Dema ku Artêşa Sûriyê ya Azad, ku hevpeymaniyek ji komên ҫekdar ên dijberî hikûmetê ye, di sala 2013an de Reqa ji dest hikûmeta Sûriyê derxist, Xelîl vegeriya bajêr û demek kin bû serokê encûmena xwecihî ya bi serpereştiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî, ku hevpeymaniyek ji komên li dijî hikûmetê ye û di sala 2012an de hatiye avakirin.

Di 19ê Gulana 2013an de, dema Xelîl di nîvê şevê de ber bi gundê Mişlib ê nêzîkî Reqayê ve diҫû, ew hat revandin, ku wê demê rêxistina Dewleta Îslamî derketibû û pêgeha xwe li navҫeyê bihêztir dikir. Belgehên fermî yên DAIŞê ku ketine dest malpera Zeman El-Wesil, ku jêdereke nûҫeyan a Sûrî ye û ser bi dijberiya hikûmetê ve ye, didan xuyakirin ku DAIŞ li pey revandina wî bû.

Malbata Xelîl di sala 2016an de agahiya dawî li ser wî bihîst, dema hemşîreyekî ku li girtîgeha Tebqa ya di dest DAIŞê de kar dikir, ji wan re gotibûn ku wî Xelîl di zindanê de dît, û ew sax e. Ji wê demê ve, hevjîna Xelîl ti agahiyên rast li ser hevjînê xwe nebihîstine, tevî ku doza Xelîl ligel Komîteya Xaҫa Sor a Navdewletî û desthilatdarên Kurd hatiye vekirin, piştî şikestina DAIŞê li bajarê Reqayê.

Hevjîna Xelîl wiha besha bandora revandina wî li ser malbatê dike:

Gotin tune ne ku wesfê zehmetiyên ku em tê re derbas bûne bidin- kêliyên gelek zehmet û reş bûn ji êşê, êşeke mezin. (keҫên me) Sefa û Merwe, dilşikestî dimînin dema kesên ku bavê wan nas dikin dibînin. Ez vê yekê di ҫav û rûyê wan de dibînim, ji ber ku ew bavê xwe nas nakin, ew 7 salî bûn dema bavê wan ҫû. Ew tenê wî di wêne û sûretan de dibînin. Ew hê ligel wê hêviyê jiyan dikin ku dê bavê wan vegere mal.

Ednan û Îdrîs Kaşif, Tîrmeha 2013an

Piştî nîvroya roja 20ê Tîrmeha 2013an, Ednan Kaşif ku endaziyarê ҫandiniyê ye û li Reqayê dijiya, ji mal derket da hin lîstikan ji zarokên xwe re di roja jidayîkbûna wan de bikire. Lê heta seat 9ê êvarî, ew hê nevegeriyabû malê.

Kaşif ligel komek hevalê xwe bi rê ve diҫû dema ku komek ji ҫekdarên DAIŞê derketin pêşiya wan û Kaşif û hevalekî wî yê Kurd birin. Ҫekdaran ji hevalên mayî re gotin ku, ew plan dikin ku êsîran ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên bi serkêşiya Kurdan veguherin, û eger ew agahiyên bêhtir bixwazin dikarin berê xwe bidin baregeha DAIŞê li parêzgehê.

Piştî 13 rojan, DAIŞê birayê Ednan, Îdrîs Kaşif, ji ser cadeyên Reqayê revand. Cara dawî ya ku hevjîna Ednan agahî li ser hevjînê xwe bihîstibû di sala 2016an de bû, dema ku girtiyekî berê bi rêya WhatsAppê jê re gotibû ku ew ligel hevjînê wê li girtîgeheke DAIŞê ya nêzîkî gundê al-Ekerşî li bakurê rojhilatê Sûriyê bû. Û wiha ji HRW re dibêje:

Niha ti sedem nîne ku ew winda bimîne. Ew stûna malê bû. Ez dixwazim zanibim ka ew sax e yan jî mirî ye. Zarokên wî jî dixwazin zanibin. Yan jî navê aliyekî fermî bide min da ez berê xwe bidimê,  yan jî ez wî wek kesekî windayî tomar bikim, da karibin li şopa wî bigerin û wî ji min re vegerînin.

Keşe Paolo Dall'Oglio, Tîrmeha 2013an

Keşe Paolo Dall'Oglio, yê 64 salî, rehbenekî Îtalî ye ku 30 sal ji jiyana xwe di nûjenkirina dêrekê de li Sûriyê derbas kiribû, beriya ku hikûmeta Sûriyê di sala 2012an de wî dersînor bike, bi guneha têkiliya ligel xwepêşanderan û hin binpêkirinên din. Di nava xelkê Sûriyê de, Dall'Oglio wek ҫalakvanekî rêzdar û dengekî berҫav ê aştî û pêkvejiyanê dihat naskirin. Di Tîrmeha 2013an de bi rêya Entabê vegeriya navҫeyên ku ji dest hikûmetê derketibûn.

Di dawiya Tîrmeha 2013an de, Dall'Oglio derbasî bajarê Reqayê bû bi mebesta destpêkirina danûstandinên ji bo serbestberdana ҫalakvanên aştiyê. Hin ҫalakvanên xwecihî û raporên nûҫeyan ragihandin ku, seat 11ê nîvroya 29ê  Tîrmeha, Dall'Oglio ҫû baregeha parêzgariya Reqayê, ya ku di dest DAIŞê de bû, ji bo ku daxwaza agahiyên bêhtir derbarê ҫalakvanên binҫavkirî de bike. Ji wê demê ve ew windayî ye.

Di 29ê Tîrmeha 2019an de – ku şeşemîn salvegera revandina wî bû- Amerîkayê ragihand ku ew dê nêzîk 5 milyon dolarî wek xelat diyarî her kesî bike, ku agahiyan li ser 5 kesayetiyên olî yên li Sûriyên revandî bide, di nav wan de jî Dall'Oglio.

Mihemed Nûr Meter, Tebaxa 2013an

Mihemed Nûr Meter, ku wê demê 20 salî bû, cara dawî şeva 13ê Tebaxa 2013an li bajarê Reqayê hatibû dîtin. Meter û birayê wî yê mezin Amir, ê rojnamevan, binpêkirinên DAIŞê li bajarê Reqayê fîlm û belge dikirin.

Di wê şevê de, otomobîleke bombekirî li wêstgeha kevn a trêna Reqayê teqiya, di dema ku Mihemed li wir wêne dikişandin. Destpêkê, tirsa malbata wî ji wê yekê hebû ku (Mihemed) birîndar bûbe yan jî hatibe kuştin. Roja piştire Amir Meter gihişte Reqayê. Tîmên bijîşkî yên li deverê kamereya birayê wî danê, ku bi temamî şewitî bû. Lê ti terim li cihê teqînê nebûn.

Malbata Meter piştre ji hin girtiyên ku ji girtîgehên DAIŞê serbest hatibûn berdan bihîstin ku wan ew (Mihemed) dîtibû li baregeha rêveberiya parêzgehê, ku DAIŞê ji bo lêkolînan bikar tanî, herwiha li girtîgeha El-Sed a li bajarokê Tebqe ya di dest DAIŞê de hatibû dîtin.

Di dema operasyona leşkerî ya ji bo derkirina DAIŞê ji Reqayê de, Amir Meter ҫû hemû girtîgehên ku DAIŞ jê reviya bû, bi hêviya bidestxistina agahiyekê derbarê birayê xwe de.

"Hêzên Sûriya Demokratîk bi sedan endamên DAIŞê girtin, me xwest pêwendiyê (bi wan re) bikin, lê ne bersiva me dan û ne jî bi ciddî li bangewaziya me nerîn," Amir Meter dibêje.

Semer Salih û Mihemed al-Omer, Tebaxa 2013an

Di sala 2012an de hikûmeta Sûriyê Semer Salih binҫav kir, ku wê demê 25 salî bû, ji ber ҫalakbûna wê di tevgera xwendekarên li dijî hikûmetê de li zanîngeha Helebê. Piştî serbestberdana wê, Semer ҫend dibistanên ku bûbûn kamp ji derbiderên derdora Helebê re birêve dibirin. Ji tirsa ku careke din were binҫavkirin, wê berê xwe da zanîngeha Qahîrê da mastera di warê şûnwariyê de bidest bixe.

Di sala 2013an de, Semer vegeriya bakurê Sûriyê daku serdana malabata xwe bike. Di 13ê Tebaxê de, Semer û destgirtiyê wê Mihemed al-Omer û dayika wê bi otmobîlê ji serdana malbatê vedigeriyan, otomobîleke cîp li bajarokê el-Atarib ê ser bi Helebê ve rê li wan girt, ҫend ҫekdarên rûnixumandî jê peya bûn û Semer û destgirtiyê wê Mihemed ji otomobîlê derxistin û birin, dayika Semer jî bicih hiştin.

Roja piştre, dê û bavê Semer serdana el-Dana kirin daku li keҫa xwe bipirsin. Berpirsên DAIŞê ji wan re gotin ku ew dê lêkolîneke rotînî ligel wê bikin, û wê nêzîk serbest were berdan. Wan pirsiyar kir ҫima (Semer) beriya krîzê serdana Amerîkayê kiribû, û ҫi kar dikir. Dema dê û bavê wê bo cara duyem ҫûn wê deverê, DAIŞê înkar kir ku (Semer) Salih li cem wan be. Ji wê demê ve, malbata Semer ti agahiyeke zelal li ser keҫa xwe û destgirtiyê wê nebihîstiye.

Endamên malbata Îmam, Tebaxa 2013an

Di 14ê Tebaxa 2013an de, endamên DAIŞê her yek ji Mihemed Mihemed Îmam, 34 salî, birayê wî Farûq Mihemed Îmam, 29 salî, û pismamê wan Nêҫîrvan Mihemed Îmam, 21 salî, li ser xaleke kontrolê li Hatara ya ser bi parêzgeha Reqayê ve binҫav kirin.

Her sêyan li bexҫeyekî li parêzgeha Reqayê kar dikirin. Wan dixwest bi trektora xwe biҫin daku li nav erd kar bikin. Di 14ê Tebaxê de, her sêyan weke adetî berê xwe dan kar. Piştî ҫend saetan, hevalekî zarokên Îmam vegeriya û ji malbata wan re got ku emîrekî DAIŞê zarokên wan binҫav kirine, piştî ku red kiribû ku trektora xwe bidin wî. Îmam Mihemed Îmam, ku bavê Nêҫîrvan e, û kurê xwe di cih de berê xwe dan parêzgeha Reqayê da bizanibin ka ҫi ҫêbûye. Lê berpirsên DAIŞê ew der kirin û ji wan xwestin ku ti probleman ҫênekin.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk û hevpeymaniya bi serkêşiya Amerîkayê dest bi vegerandina navҫeyên parêzgeha Reqayê ji DAIŞê kirin, Îmam ҫend caran serdana berpirsên bilind ên Hêzên Sûriya Demokratîk kir û pirsa zarokên xwe ji wan kir, lê wî ti agahî bidest nexistin. Herwiha Îmam heman pirs li navҫeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de kir, lê ev hewldan jî bêmifa bû.

"Em tiştekî naxwazin, em tenê dixwazin ew vegerin, " Îmam dibêje. "Ev bûn 5 sal bêyî ti xeberek ji wan, em ji pirskirinê westiyan, westiyan ji dubare gotina heman ҫîrokê her car, westiyan ji nebûna bersivan. Ev 5 sal in ku dilê me dişewite, û ti kes nikare hest bi êşa me bike. "

Eymen Şehban Mistefa, Hisên Elî Mistefa, Tebaxa 2014an

Di 2ê Tebaxa 2014an de, çekdarên DAIŞê Eymen Mistefa, 18 salî, û pismamê wî Hisên Mistefa, 23, li mala wan a li derdora bakurê Reqayê binҫav kirin, piştî ku her duyan alîkariya leşkerên hikûmetê kiribûn daku xwe ji DAIŞê veşêrin.

Beriya 6 rojan ji nêzîkbûna DAIŞê ji baregeha firqeya 17an, derdora 400 leşkerên hikûmetê berê xwe dabûn dexlên garis ên malbatê. Piştî ku Eymen Mistefa ji bavê xwe Şehban Mistefa re got ku leşkeran xwe li wir veşartiye, wî û Hisên Mistefa av birin ji leşkeran re. Malbatê jî rê da leşkeran ku li nav dexlê bimînin heta şev were.

Sibeha roja 2yê Tebaxê, dema ku herdu pismaman li dexlê kar dikirin, DAIŞê ew birin.

Di cih de dê û bavê Eymen Mistefa berê xwe dan baregeha nêzîk a DAIŞê li navҫeya Hezîme daku li wan bipirsin. Endamên DAIŞê gotin wan ku herdu pismam bo Reqayê hatine veguhestin, bo girtîgeha bi navê Xala 11an , a ku bi navê Stadiuma Reş tê naskirin.

Malbatê nema tişek li ser herdu pismaman bihîst. Şehban Mistefa û malaba wî ji ber bombebaranê reviyan, dema ku operasyona derxistina navҫeyên Reqayê ji dest DAIŞê destpê kiribû, û ji salekê ve ew li cihekî din bicih bûbûn, dema ku HRW di sala 2018an de hevpeyvîn ligel wan kir. Tevî ku malbatê berdewan serdana dezgehên îstixbarat û Asayişê dikir, lê wan ti agahî li ser herdu pismaman nebihîstine.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.

Region / Country