Skip to main content

Bakurê Rojhilatê Sûriyê: Êrîşên Tirkiyê Av û Elektrîkê Qut Dikin

Êrîş Krîza Mirovî ya Berdewam ji bo Milyonan Dijwartitr Dike

  • Êrîşên vê dawiyê yên firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê li ser herêmên di bin destê Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê ziyan gihandin jêrxana bingehîn û bûne sedema qutbûna av û elektrîkê li ser milyonên kesan.
  • Gelê herêmê ku ji berê ve di krîzek avê ya giran de dijî, niha jî herî zêde derdê bombebaranê dikişîne û zehmetkêşana wan ji bo peydakirina ava pêwîst dijwartir dike.
  • Divê Tirkiye yekser dest ji armanckirina jêrxana bingehîn a pêwîst ji bo maf û rehetiya niştecihan berde, di nav de wêstgehên av û enerjiyê.

(Beyrût): Rêxistina Human Rights Watch îro ragihand ku êrîşên firokeyên bê firokevan ên Hêzên Çekdar ên Tirk li ser herêmên di bin kontrola Kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê di navbera 5 û 10ê Cotmeha 2023an de jêrxana bingehîn wêran kirin û bûn sedema qutbûna av û elektrîkê li ser milyonên kesan.

Komên sivîl gotin ku, êrîşên li ser bêhtir ji 150 cihan li bakurê û rojhilatê Sûriyê li parêzgehên Hesekê, Reqa û Helebê pêk hatin, bûn sedema kuştina dehên kesan di nav wan de sivîl jî, û gihiştina ziyanê bi avahiyên sivîl. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi serkêşiya Kurdan, ku herêmên armanckirî birêve dibe, piştrast kir ku êrîşên li ser wêstgehên av û elektrîkê bûne sedema "qutkirina bi temamî ya elektrîk û avê" li parêzgeha Hesekê. Herweha kargehên petrolê yên sereke û take kargeha xaza bikaranîna navmalê li bakurê rojhilatê Sûriyê jî ji ber êrîşan ziyan dîtin. Li bajarê Hesekê, nakokiya li ser avê ya berdewam ji dema êrîşa Tirkiyê ya sala 2019an ve bo ser deverên bakurê Sûriyê, mafê avê yê nêzîkî milyonek kesî, di nav de niştecih û civakên derbider, xistiye metirsiyê.

Cîgirê Serokê HRW li Rojhilata Navîn, Adam Coogle got: "Bi armanckirina jêrxana sereke li seranserê bakurê rojhilatê Sûriyê, di nav de wêstgehên elektrîk û avê, Tirkiyê berpirsyariya xwe ya ji bo ku kiryarên wê yên leşkerî kirîza mirovî ya jixwe dijwar a herêmê girantir neke, binpê kir." Got jî: "Xelkê bajarê Hesekê û derdora wê, ku jixwe di çar salên borî rûbirûyî qeryaneke avê bûne, divê niha jî giraniya zêde ya bombebaran û wêrankirinê hilgirin, ku tekoşîna wan ji bo peydakirina ava pêwîst dijwartir dike."

Tirkiyê êrîşên xwe yên firokeyên bê firokevan ên berdewam li ser herêmên di bin destê Kurdan de li bakurê Sûriyê zêde kirine, piştî ku grûpeke girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya çekdar got ku wê di 2ê Cotmehê de êrîşeke xwekujî li ber deriyê Wezareta Navxwe li paytexta Tirkiyê, Enqere, pêk anîbû û di encamê de 2 polîs birîndar bûn. Tirkiyê di 4ê Cotmehê de ragihandibû ku jêrxan, avahî û wêstgehên enerjiyê li Sûriye û Iraqê ji bo hêzên ewlehiyê, hêzên çekdar û îstixbaratan re armancên rewa ne. Tirkiye, Yekîtiya Ewropa û Amerîka PKKê weke komeke terorîst a qedexekirî dibînin û Tirkiye jî Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a bi piştgirîya Amerîkayê, ku desteya rêvebirina herêmê ye, weke şaxekî girêdayî PKKê dibîne.

Li gorî Rêveberiya Xweser, ziyana jêrxanê ya ji ber êrîşên ku di navbera 5 û 10ê Cotmehê de pêk hatin, bandor li 4,3 milyon kesî li bakurê rojhilatê Sûriyê kir, û bi kêmanî 18 wêstgehên pompekirina avê û 11 wêstgehên elektrîkê jikar xistin.

Wêstgehên elektrîkê yên ku hatine armanckirin, di nav wan de wêstgeha elektrîkê ya Swêdiyê, ku jêdereke girîng a elektrîkê ye ji bo zêdetirî milyonek kesî, û wêştgeha veguhestina elektrîkê ya bakurê Qamişlo, ku xizmeta 40,000 malbatan dike. Êrîşan ev wêstgehên sereke ji kar xistin, û di encamê de hem xizmetguzariyên elektrîkê û hem jî xizmetguzariya avê, ji 18ê Cotmehê ve hatine qutkirin.

Hem wêstgeha veguhestina bendava Xerbî li Hesekê, ku carê xizmeta bêhtir ji 20,000 malbatan dike, hem jî wêstgeha veguhestinê ya Amûdê, ku xizmeta 30,000 malbatan dike, heta 18ê Cotmehê jikarketî mabûn piştî êrîşên ku di 5ê Cotmehê de ziyan gihandin wan. Herweha wêstgeha veguhestinê ya Amûdê berpirsiyarê peydakirina elektrîkê ye bo wêstgeha veguhestinê ya Derbêsiyê ye, ku ew jî elektrîka dide wêstgeha avê ya Elûkê.

Wêstgeha Elûkê di van çar salên borî de rastî astengiyên dûbare hatiye, beriya van zirarên vê dawiyê.

Tirkiye û Rêveberiya Xweser gelek caran negihiştine çareseriyeke mayînde ji bo ku wêstgeha  Elûk a dorpêçkirî li navçeya Serêkaniyê ya Sûriyê ya dagirkirî, ya ku ava bajarê Hesekê yê di dest Kurdan de û derdora wê ve peyda dikir, bi karîna herî baş û bê navber kar bike.

Desteya Avê ya xwecihî got ku, ji ber van astengiyan, civakên ku xwe dispêrin wêstgehê neçar dibin ku xwe bispêrin ava biha - û pir caran ne pak û ne kontrolkirî - ji kamyonên ser bi kerta taybet ên nerêkûpêk ve. Niştecihekî Hesekê got ku ava ku wan ji kamyonên taybet werdigirt "zer bû û gemarî xuya dikir."

Desteyê got jî ku vê yekê rê li ber paqijiya nebaş û derketina nexweşî û belayên ku ji avê vedigirin, tevî kolera di Êlona 2022an de, vekir. Bijîşkekî hawarçûnê li nexweşxaneya Hesekê got ku, tenê di navbera 9ê Nîsanê û 9ê Gulanê de, 104 rewşên nexweşiya zikçûna dijwar, ku dibe ji sedema nexweşiya bi avê belav dibin de, li nexweşxaneyê hatine wergirtin, û 84 rewş jî bi enfeksiyona/îltîhaba hinavan ketine. Nexweşxane tenê têra ji 50 û 60 rewşên weha re dike, ji ber vê yekê hin neçar mane ku werin vegerandin. Bijîşkek got ku navenda şiştina gurçikan ya nexweşxaneyê bi taybetî ziyan dît ji ber ku pêdiviya wê bi peydakirina ava paqijkirî ya domdar heye.

Beriya êrîşên Tirkiyê di Cotmehê de, Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku ji sala 2011an vir ve du ji sê parên wêstgehên paqijkirina avê, nîvê wêstgehên pompekirinê û sêyeka bircên avê di şer de ziyan dîtine û ev yek jî bûye sedema aloziyeke giran a qeyrana avê li seranserê Sûriyê ji bilî ziwabûn û kêmbûna enerjiyê.

Êrîşên Cotmeha 2023an jî ne cara yekem e ku Tirkiye bi mebest binesaziya sivîlan dike armanc. Êrîşên asmanî yên di Mijdara 2022an de jî ziyan gihandin deverên qelebalix û jêrxana bingehîn.

Li gorî yasayên şer, divê Tirkiye û aliyên din ên şerê çekdarî êrîşî keresetên sereke ji bo bredewamiya jiyana gelê sivîl nekin, wan wêran nekin, talan nekin, di nav de jî belavkirina avê û sîstema paqijkirinê. Hikûmet û rayedarên defakto neçar in ku mafê avê bi cîh bînin, bi riya misogerkirina ava têr û paqij bo mirovên di bin desthilata wan de an ji wan berpirsiyar, herweha misogerkirina bidestxistina avê bi bihayekî guncaw ji ber bikaranîna kesî yan bo nav malê. Herweha ji wan tê xwestin ku rasterast an nerasterast destêwerdana mafê avê li welatên din nekin.

Divê Tirkiye piştrast bike ku wêstgeha avê ya Elûkê bi karîna herî baş kar bike bê astengkirinên bi mebest yên pompkirina avê, û divê gihiştina birêkûpêk ji bo tîmên teknîkî û lênihêrînê yên pispor garantî bike. Divê Tirkiye û aliyên din ên nakok jî bi hewldanên berdewam ên Neteweyên Yekbûyî re ji bo hêsankirina pejirandina mekanîzmayek çavdêriyê, û peydakirina karîna têr a xebitandin û domandina wêstgeha avê ya Elûkê û wêstgeha elektrîkê ya Derbêsiyê re, tevbigerin. Divê rêveberiya xweser xwe ji qutkirina bi mebest a elektrîke dûr bigire, û peydakirina elektrîka pêwîst bo bikarixtsina wêstgeha Elûkê misoger bike.

 Residents of al-Hasakeh city gather around a communal water tank to fill up Jerry cans and buckets with water for their daily needs as they hardly get any water from the city’s water network due to longstanding water disputes, al-Hasakeh city, northeast Syria, May 8, 2023.
Niştecihên bajarê Hesekê li dora tankeke avê ya hevbeş kom dibin daku dembol û firaxên xwe tijî av bikin ji bo pêdiviyên xwe yên rojane, ji ber ku ew bi zehmetî avê ji tora avê ya bajêr werdigirin ji ber nakokiyên demdirêj ên avê, bajarê Hesekê, bakurê rojhilatê Sûriyê. 8ê Gulana 2023an. © 2023 Human Rights Watch

Wêstgeha Avê ya Elûkê

Wêstgeha avê ya Elûkê ket bin kontrola Tirkiyê, piştî êrîşa leşkerî ya Tirkiyê di sala 2019an de bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê. Ji wê demê ve, niştecihên li herêma di bin destê Kurdan de rastî astengiyên demdirêj a peydakirina avê bûne, ji ber ku Tirkiyê di bikarxistina wêstgeha bi karîna temam serneketiye, û Rêveberiya Xweser jî ya bi serkêşiya Kurdan elektrîka pêwîst ji bo bikarixtsina wêstgehê ragirtiye.

Nebûna ava ewledar û têr ji bo vexwarin, xwarinçêkirinê û paqijiyê hiştiye ku mirov berê xwe bidin çavkaniyên avê yên ne ewle, vê yekê jî kir ku metirsiyên tenduristiyê yên bi riya avê tên belavkirin wekî Kolera zêde bibe.

Lêkolînerên Human Rights Watch di Gulana 2023an de serdana parêzgeha Hesekê kirin û bi berpirsên rêveberiya xweser a bi serkêşiya Kurdan, endezyarên Sûrî, xebatkarên alîkariyê û pisporên avê re civiyan. Lêkolîner herweha bi niştecihên bajarê Hesekê û derbiderên Sûrî di xanî, kamp û stargehên taybet de re civiya. Wan herweha serdana wêstgeha paqijkirina avê ya El-Himme kirin û bîrên ku ji hêla desthilatdarên xwecihî û xwediyên kamyonên taybet ve têne bikaranîn ji bo derxistina avê wekî tedbîrek awarte, dîtin.

Human Rights Watch di Êlonê de ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsî, ku bersivên berfireh dan, û ji rayedarên Tirk re jî nivîsî, ku bersiv dan û gotin ku biştguhxistina jêrxana avê ji aliyê saziyan ve li Sûriyê û qutkirina elektrîkê ji aliyê desthilatdarên bi serkêşiya Kurdan ve bû sedem ku wêstgeha Elûk bi karîna kêm kar bike.

Neteweyên Yekbûyî, pisporên avê, xebatkarên alîkariyê, û nûnerên rêveberiya xweser gotin ku wêstgeha Elûk li herêma ji aliyê Tirkiyeyê ve - dema ku bi karîna herî baş kar bike - bijardeya demdirêj a tekane ye ji bo misogerkirina bidestxistina ava vexwarinê bo bajarê Hesekê, yê di destê Kurdan de û derdora wî.

Wêstgeha Elûkê 34 bîr û 12 pompeyan dihewîne, ji vana divê herî kêm 6 pompe di heman demê bixebitin da ava vexwarinê ya pêwîst pompe bikin, lê li gorî çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî û desthilata xwecihî û pisporan, rayedarên Tirk carinan tenê ji 2 heta 4 pompeyan di heman demê de didin bikarxistin.

Di encamê de, herikîna avê bi navber e û têra pêwîstiya niştecihan nake, ku gelek ji wan berê rastî zehmetiyên mezin tên. Di nav wan de bi sed hezar mirovên derbider ku bi piraniya wan li kamp û stargehên demkî dijîn, ku hin ji wan alîkariyên domdar an tê wernagirin.

Karbidestên xwecihî dan zanîn ku av ji wêstgeha Elûk a li herêma di bin dagirkeriya Tirkiyê de, bi rêya boriyeke bi dirêjahiya 67 kîlometran derbasî wêstgeha El-Himme ya li nêzî bajarê Hesekê li herêma di bin kontrola Kurdan de dibe. Dema ku wêstgeha Elûk bi awayekî herî baş kar dike, avê dide hemû taxên bajarê Hesekê yên girêdayî tora avê, ji bilî bêtirî 200 gund û bajarokên Til Temir, li gorî berpirsên avê yên xwecihî. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji bo xelkên derbider jî avê dide kampên Hol, Erîşa û Roj.

Di 9ê Cotmeha 2019an de li derdora wêstgeha Elûk topbarank pêk hat, ku ziyan gihandin kablên elektrîkê, di encamê de wêstgeh bo heyama mehekê ji kar ket. Li gorî amarên saziyên hevkariyê, ji 17ê Mijdara 2019an û vir ve, wêstgeha Elûk bi qasî ji sedî 45 ji kar derketiye, û ji sedî 41ê din jî bi kêmtir ji nîva karîna xwe kar dike.

Ji bilî erîşên ku bandor li wêstgeha Elûkê kirine, Tirkiyê gelek caran av ji wêstgeha Elûkê qut kir, di nav de di sala 2020-an de di rewşa awarte ya Covid-19 de.

Elektrîka ji bo bikarxistina wêstgeha Elûkê ji aliyê wêstgeha elektrîkê ya Derbêsiyê ya di bin kontrola rêveberiya xweser de tê peydakirin. Ew 50 kîlometran dûrî Elûkê ye, wêstgeha herî nêzîk ji navçeya Serêkaniyê (Ras el-Eynê) ye, lê belê elektrîka ku digihêje Elûkê gelek caran "bi kalîteyeke xerab e yan jî têrê nake" ji bo ku wêstgeh bi têra xwe bixebite, li gorî ku pisporekî têkildar aniye zimên.

Desthilatdarên xwecihî yên li herêma di bin kontrola Kurdan de gotin ku wan elektrîka Elûkê qut kiriye ji ber nakokiyên bi rayedarên Tirk re, di nav de li ser qasê elektrîkê ku ew di berdêla avê de didin Elûkê. Herwiha domandin ku xerca elektirîkê ji aliyê rayedarên Tirk ve gelek zêdetir e ji qasê ku ji bo karkirina Elûkê hatiye veqetandin, di encamê de wêstgeha elektrîkê têk çûye.

Di bersiva xwe de ji Human Rights Watch re, rayedarên Tirkiyê rêveberiya bi serkêşiya Kurdan bi wê yekê tawanbar kirin ku elektrîkê nade herêmên Tel Ebyed û Ras al-Eyin. Di Sibata 2021an de encûmenên xwecihî yên Girê Spî (Tel Ebyed) û Serêkaniyê (Ras el-Eyinê) bi şirketa AK Energy a Tirkî re peymanek îmze kiribûn da elektrîkê ji herêmên wan re peyda bike.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku di Nîsana 2023an de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) navbeynkariya navbera Tirkiyê û rêveberiya xweser kir ku di berdêla ava Elûkê de elektrîkê peyda bike, lê belê encam lihev nehatin. Hewldanên berê yên Rûsyayê ji bo navbeynkariya peymanekê gelek caran biser neketin.

NYê got ku rêkeftina ku di dawiya sala 2019an de di navbera Rûsya û Tirkiyê de hat encamdan, bû sedem ku tîmên teknîkî yên pispor ji hikûmeta Sûriyê heta Tebaxa sala 2022an bigihin Elûkê, lê ji wê demê ve, ne hikûmeta Sûriyê û ne jî desthilatên xwecihî yên bi serkêşiya Kurdan karîne ji ber nakokiyên çaresernebûyî xwe bigihînin wêstgeha Elûkê. Neteweyên Yekbûyî got ku peymankarekî taybet ê Tirk wêstgeha avê bi rê ve dibe û berpirsiyarê lênihêrîna wê ye.

NY ragihand ku, kêmbûna bê hempa ya asta avê li bendavên Tişrîn û Tebqa yên li ser çemê Firatê, ku çavkaniya herî girîng a av û elektrîkê ye ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê û beşên din ên welat, bandor li berhemanîna elektrîkê kiriye. Ligel ku kêmbûna ava bin erdê û kêmbarîna baranê beşek ji vê sedemê ne, lê belê Tirkiyê jî herwiha bi tundî herikîna avê bo beşê çem yê di bin destê Sûriyê de ye li binê 500 metrên sêca ku di peymana sala 1987an de di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatî destnîşankirin, sînordar kiriye. Tirkiye di bersiva xwe de ji HRW re, daketina asta ava çemê Firatê tenê bi guherîna hewayê û ziwabûnê ve girêdaye.

Ji pirsgirêkên din, li gorî pisporên avê û desthilatdarên xwecihî, praktîka çaresernekirî, lê ya berbelav, ya girêdanên neyasayî bi dirêjahiya hêlên elektrîkê yên ku ber bi wêstgeha Elûkê ve diçin û him jî girêdanên neyasayî ên hêla avê ji wêstgeha Elûkê heta wêstgeha El-Himme, hem li navçeyên di bin kontrola rêveberiya xweser û hem jî yên di bin kontrola Tirkiyê de, ew jî ji bo projeyên çandiniyê.

Your tax deductible gift can help stop human rights violations and save lives around the world.