Skip to main content

Sûriye

Bûyerên 2020an

Zilamek di 7-ê Çiriya Paşîn a 2020-an de, li gel zarokên xwe li bermahiyên dêrek kevnar a li gundê Babisqa, Sûriya, ku beşek ji Mîrata Cîhanî ya Bajarên Mirî ya UNESCO ye, rûniştiye. Mala wî ji ber topbarana hukûmeta Sûrî hate wêran kirin. 

© 2020 Anas Alkharboutli / wêne-tifaq / dpa / Wêneyên AP

Di sala 2020an de, sivîlên li Sûriyê saleke din di rûbirûbûna zehmetî û binpêkirinên dijwar de derbas kirin, di destpêkê de jî ji dest hikûmeta Sûriyê û desthilatdarên din, tevî kêmbûna berҫav a aloziya tundutûj.

Bi daketina bêhempa ya dirava neteweyî, sepandina sizayên navdewletî yên bêhtir û krîzên li welatên cîran re, aboriya Sûriyê di piraniya sala 2020an de ket krîzê. Ji Sûriyên normal re, ev yek bû sedem ku karîna wan nemîne ji bo kirîna xwarin, dermanên sereke û pêdiviyên din ên sereke. Di encama vê yekê de, niha bêhtir ji 9.3 milyon Sûrî ji nearamiya xorakî dinalin, û ji sedî 80 ji Sûriyan li jêr hêla hejariyê dijîn.

Di wê navberê de, binpêkirinên mafên mirovan li navҫeyên di bin destê hikûmetê de bê navber didomin. Hikûmetê her amajeyeke dubarederketina opozîsyonê bi hovîtî jinav bir, bi rêya girtinên neyasayî û îşkenceyê. Herwiha hikûmetê li ser karê destdanîna neyasayî li ser mal û milkê xelkê berdewam kir, û vegera Sûriyan bo navҫeyên wan jî asteng kir.

Şerê ku ev deh sal in berdewam e, aboriya welat û sîstema ҫavdêriya tenduristiyê têk dan, vê yekê jî kir ku hewlên bersivdayîn û sînrodarkirina belavbûna Covid-19ê aloz bibe, heta li navҫeyên ku şerê ҫalak lê kêm bûbû jî. Tevî ku amarên fermî hejmarên kêm didin xuyakirin, lê hin bijîşk û karmendên tenduristiyê yên hikûmetê ji wan amaran biguman in, û texmîn dikin ku bi sedan hezar kes bi vîrûsê Koronayê yê nû ketibin. Nexweşxaneyan pêşwaziya nexweşan nedikirin, û kêmbûna dijwar a alavên parastina kesî kirin ku hejmareke mezin bimirin. Herwiha pandemîkê parҫebûna li welat eşkere kir, di nav de cûdakariya di belavbûna alîkariyên bijîşkî yên sereke de.

Heta Adara 2020an, dema ku şer rawestiya, hevpeymaniya leşkerî ya Sûrî-Rûsî êrîşa li ser parêzgeha Idlibê berdewam dikir, ku pêgeha dawî ya dijbereya hikûmetê li Sûriyê ye. Ji sala 2019an ve, hevpeymaniyê bi êrîşên bêserûber kesên sivîl û jêrxaneya sivîl li bakurê-rojava armanc girtin, û di encamê de bi hezaran kuştî ketin û ne kêmî milyonek kes derbider bûn. Ji ber vê êrîşê jî herêm ne amade bû ku li hember pandemîkê tevbigere. Ligel jinavҫûna ji sedî 50 ji jêrxaneya tenduristî, û zehmetiya peydakirina jihevdûrketina civakî ji ber derbideriya bi hezaran kesan, herêm berdewam rûbirûyî tirsa belavbûneke dijwar a nexweşiyê dibe.

Girtina take deriyê sînorî yê fermî di navbera Iraq û bakurê rojhilatê Sûriyê de ji aliyê Encûmena Asayişê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di Ҫileyê de, ji ber gefa vetoyê ji aliyê Rûsyayê ve, û şertûmercên ku navҫeyên di bin kontrola hikûmetê de li pêş gihandina hevkariyên mirovahî datînin, kirin ku kêmasiyeke mezin di pêwîstiyên bijîşkî de li herêmê derkeve û hejmara nexweşxaneyên ku karibin bersiva pandemîka Koronayê bidin jî sînordar bû. Zehmetiyên girêdayî gihandina alîkariyan bi rêya sînor mezin bûn di Hezîranê de, dema ku Encûmena Asayişê yek ji du deriyên sînorî yên ku destûr bi wan hatibû dayîn ji bo gihandina hevkariyên Neteweyên Yekgirtî ji Tirkiyê bo bakurê rojhilatê Sûriyê girt. Niha rêya tenê maye, vê yekê jî kir ku tengasî û derengî derkevin.

Di vê navberê de, ҫarenivîsa bi hezaran kesên ku rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) ew revandine, bi awayekî sereke li bakurê rojhilat, nediyar e. Lê Encûmena Sûriya Demokratîk a bi serkêşiya kurdan, avakirina grûpeke kar a sivîl ragihand ji bo şopandin û binavkirina kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine wendakirin, lê ti pêşveҫûneke mezin nehatiye bidestxistin, û hêj hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê bi awayekî mezin ji vê pêvajoyê dûr e.

Binpêkirinên Hevpeymaniya Leşkerî ya Sûrî-Rûsî û Bikaranîna Ҫekên Qedexekirî

Hevpeymaniya leşkerî ya Sûrî-Rûsî berdewam, bi zanebûn û bê cûdahî êrîşî armancên sivîl kir - di nav wan de dibistan, nexweşxane, bazar, xanî û sitargeh – bi rêya bikaranîna tektîkên ku bi salan bûne markeyên bazirganî, di nav de bikaranîna çekên ku li ser asta navneteweyî qedexekirî ne.

Rêxistina Mafên Mirovan, Human Rights Watch (HRW), di navbera Ҫile û Adara 2020an de, 18 êrîşên neyasayî li Idlibê belgeh kirin. Di êrîşan de herî kêm 112 kes hatin kuştin û bi kêmanî 359 kesên din birîndar bûn û dibistan û navendên tenduritstiyê hatin wêrankirin. Di du êrîşên li dijî dibistanên li bajarê Idlibê de, mûşekên weşayî hatin bikaranîn.

Di Adara 2020an de, li gorî ofîsa Hevrêziya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (UNOCHA), 84 navendên bijîşkî li herdu parêzgehên Idlib û Helebê karê xwe rawestandin. Rêxistina Parastina Zarokan "Save the Children" ragihand ku, ji ber şer û pevҫûnên ji Kanûna 2019an û heta Adara 2020an, 217 dibistan li Idlibê hatin bicihhiştin an jî ziyan dîtin.

Ligel dubare-kontrolkirina hin navҫeyên diyarkirî, hêzên bejayî yên hikûmetê - di nav de Firqeya 25ê ya hêzên taybet, ku hêzeke elît e û Rûsiya piştgiriy wê dike û bi navê Hêzên el-Nemr tê naskirin, êrîşî wan sivîlan kirin ên ku red kirin gundewarên herdu parêzgehên Idlib û Helebê bicih bihêlin, gule avêtin wan û laşê miriyan jî birin. Di Sibatê de, hin dîmenên vîdyoyî yên xemgîn belav bûn, têde derket bê ҫawa hêzên hikûmetê gule diavêtin ҫend pîrejinan li rojavayê Helebê, dema ku kara xwe dikirin da tiştên xwe bidin hev û ji deverê bar bikin.

Astengiyên Li Pêş Hevkariyên Mirovahî û Dubare-Avakirinê

Ligel daketina berҫav a asta tundiyê, hîn pêwistiya bêhtir ji 11.1 milyon kesî li Sûriyê bi hevkariyên mirovahî heye. Şerê deh salî yê tijî binpêkirin, di nav de tawanên li dijî mirovahiyê, jêrxana welat têk bir, ligel wêrankirina mal û dibistanan, û kêmbûna ava paqij û sîstema paqijiyê û piraniya nişteciyan jî êdî nema dikarin debara jiyana xwe bikin.

Ligel vê yekê jî, hikûmeta Sûriyê berdewam bû li ser danîna astengiyên dijwar li ser gihandina alîkariyên mirovahî, him bo navҫeyên di dest hikûmeta Sûriyê de, û him jî bo navҫeyên din ên welêt. Bi hênceta ku ew kiriyarên xwe li gor yasa û siyasetên xwe cihbicih dike, hikûmetê kelem danîn li pêş gihiştina rêxistinên mirovahî bo nav civakên ku pêwîstiya wan bi hevkariyê hebû, û projeyên hevkariyê bi awayekî bijartî pejirandin da sivîlên ku li navҫeyên di bin kontrola opozîsyonê de ne siza bike, û şert li rêxistinên mirovahî kir ku hevkariyê ligel aliyên xwecihî yên girêdayî dezgehên ewlehiyê bikin. Metirsiyeke berdewam heye ku fînansekirina hevkariyan û dubare-avakirinê di pêşerojê de ji aliyê dezgehên dewletê ve were revandin, û ji bo berdeambûna binpêkirinên mafên mirovan were bikaranîn.

Di Ҫileyê de, piştî gefa vetoya Rûsyayê, Encûmena Asayişê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve destûrnameya xwe ya ji bo veguhestina hevkariyên Neteweyên Yekgirtî ji Iraqê ber bi bakurê rojhilatê Sûriyê ve bidawî kir. Komên hawarhatinê yên ser bi Netweyên Yekgirtî ve, ku berê bi xurtî pişt bi NYê ve girêdidan ji bo peydakirina pêdiviyên ҫavdêriya tenduristiyê, nikarîn hevkariyên pêwîst ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî bakurê rojhilatê Sûriyê bikin ji bo ku pêwîstiya nişteciyan peyda bikin. Di vê navberê de, desthilatdarên Sûriyê yên li Şamê, astengkariyên xwe yên demdirêj li ser gihandina hevkariyan bo navҫeyên di destê kurdan de li bakurê rojhilata Sûriyê, neguhertin. Li gor UNOCHA, tenê bi qasî ji sedî 30 ji wan pêdiviyên bijîşkî yên ku berê bi rêya sînor dihatin derbaskirin, ji aliyê Şamê ve hatine şandin, vê yekê jî kir ku kêmasiyêke mezin di pêwîstiyên bijîşkî de derkeve û navendên ҫavdêriya hûr hatin girtin, di encam de mafê tenduristiyê yê bêhtir ji 2 milyon kesî ket metirsiyê. Di Tebaxa 2020an de, Encûmena Asayişê ya ser bi NY ve mekanîzma derbsakirina sînor rakir, bi rêya nehiştina destûrnameya xwe li ser yek ji xalên sînorî yên bo nava bakurê rojavayê Sûriyê.

Herwiha hikûmeta Sûriyê berdewam bû li ser astengkirina gehiştina bi avahiyên niştecihbûnê, û wêrankirina xaniyan bi awayekî neyasayî bêyî dayîna qerebûkirineke baş. Li gor Komîteya NY ya Vekolîna Rastiyan li Sûriyê, hê jî kesên sivîl nikarin vegerin mala xwe li Qabûn, Cober, kampa Yermûk û hin beşen Dareyayê. Herwiha hikûmeta Sûriyê mersûma 66ê a sala 2012an û yasaya xwe ya sînornenas a nehiştina terorê bikar tîne, da dest li ser milkê kesên dijberên hikûmetê û malbatên wan deyne, bêyî bicihkirina tedbîrên yasayî yên pêwîst ango dayîna qerebûkirineke baş.

Binҫavkirina Neyasayî, Îşkence, û Wendakirina bi Darê Zorê

Hêzên elwehiyê yên Sûriyê berdewam in li ser binҫavkirina neyasayî, wendakirin û neheqiya hember hemû xelkê li welêt, di nav de kesên ku vegeriyane wan navҫeyên ku hikûmetê vegerandine. Li gorî Tora Sûrî ya Mafê Mirovan (SNHR), hê jî herî kêm 100 hezar kes bi darê zorê wendayî ne. SNHR texmîn dike jî ku ji Adara 2011an ve nêzîkî 15 hezar kesan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabin, piraniya wan jî li ser destê hêzên hikûmeta Sûriyê.

Di Sibatê de, ҫalakvanekî mafnas ê navdar - Mazin el-Humade - vegeriya Sûriyê. Li gor daxuyaniya malbat û parêzerê wî, navborî hat binҫavkirin dema vegeriya firokexaneya Şamê. Cihê wî jî hêj nediyar e. Di Tebaxê de, nişteciyên Siwêdayê kombûnên mezin lidar xistin, weke nerazîbûnekê li ser têkҫûna rewşa aboriya welat. Lê hêzên ewlehiyê yên Sûriyê bi tundiyeke hovane bersiva xwepêşanderan dan, û ҫalakiyên nerazîbûnê pûҫ kirin û gelek ҫalakvanên li dijî hikûmetê binҫavkirin. Li gorî Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî (COI), bi kêmanî 34 mêr, yek jin û 10 zarok li parêzgehên Deraa, Homs, Quneytra, Derûdora Şamê û Siwêdayê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ve, di nav de rêveberiya îstixbarata leşkerî û polîsên leşkerî ve, hatin wendakirin.

Belavbûna vîrûsê Koronayê, metirsiyên li ser girtî û kesên wendayê girantir kirin. Hê jî bi dehan hezar kes li navdenên binҫavkirinê di rewşeke mirovî ya kambax de dijîn, mehrûmkirina wan ji lênerîn û ҫavdêriya tenduristî jî beşek ji siyaseta dewletê ye. Di 22yê Adarê de, Beşar el-Esed rêza tawanên ku di efûya ku di Îlona 2019an de hatibû ragihandin, berferehtir kir, bi piranî wekî bersivdayînekê ji bo pandemîkê. Lê belê tenê ҫend sed kesek ji ber tawanê hevpar (giştî) serbest hatibûn berdan, û ҫarenivîsa hezaran kesên din nediyar dimîne.

CIOyê ragihand ku jin û keҫ rastî tundiya cinsî tên, di nav de destdirêjiya cinsî, li girtîgehên hikûmetê û deverên di bin kontrola komên ҫekdar de. Akterên girêdayî dewletê û yên negirêdayî dewletê berdewam mêr, kur û jinên transseksuel, mêrên gay û kesên bîseksuel armanc dikin, destdirêjiya cinsî û corên din ên tundiya cinsî li hember wan bikar tînin.

Binpêkirinên Komên Dijberê Hikûmetê

Desteya Tehrîr el-Şam, ku hevbenda el-Qaîde ye, piraniya navҫeyên herêma Idlibê kontrol dike, û ew li wir awayên hovane yên zordariyê li dijî sivîlan bikar tîne. Li gor COIyê, di nav binpêkirinên desteyê de ev tişt hene: binҫavkirin, îşkencekirina girtiyan, û bidarvekirinên neyasayî, dizî û talan, îbtîzaz û îhtîkarkirina kehrebê û înternêtê. COIyê di navbera Mijdara 2019an û Hezîrana 2020an de, ҫar bûyerên bidarvekirina girtiyan belgeh kiriye, û deh raporên di vê derbarê de xwendine. Li gorî rapora COIyê, Desteya Tehrîr el-Şam gelek caran di gihandina alîkariyên mirovahî de destêwerdan kiriye û karûbarên tenduristiyê jî asteng kirine.

Binpêkirinên Tirkiyê û Frakisyonên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan

Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî, ya ku Tirkiyê piştgiriyê dide wê, bêserûber avahiyên sivîl topbaran kirin û milkê taybet bi awayekî sîstematîk talan kirin, bi sedan kes girtin, û bi kêmanî heft kes bi awayên neyasayî bidarve kirin li deverên ku li bakurê rojhilata Sûriyê dagir dikin. Li gor Komîteya Lêkolîna Navdewletî COI, hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan tundiya cinsî li dijî jin û mêrên li herêmên di bin kontrola wan de pêk anîne, di nav de herî kêm 30 bûyerên destdirêjiyê.

Tirkiyê û aliyên ku ew piştgiriyê dide wan, nikarîne ku şandina ava vexwarinê bo herêmên di bin destê kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê garantî bikin. Nêzîkî 460 hezar kes li deverên di bin destê kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê bi peydakirina avê ji wêstgeha avê ya Alloukê li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê ve girêdayî ne. Piştî ku di Cotmeha 2019an de Tirkiyê û hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, dest danîn ser wêstgeha avê, 13 caran şandina avê hatiye qutkirin.

Binpêkirinên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya bi Serkêşiya Amerîkayê

Hêzên Sûriya Demokratîk, ku komeke ҫekdar a bi serkêşiya kurdan e, bi awayekî neyasayî heşt ҫalakvan li derverên di bin kontrola xwe de girtin, bi gumana girêdana wan bi DAIŞê ve, û red kirin ku malbatên wan agahdar bikin li ser cihê wan. Desthilata bi serkêşiya kurdan, bi piştgiriya hevpeymaniya leşkerî ya bi serkêşiya Amerîkayê li dijî DAIŞê, berdewam e li ser binҫavkirina nêzîkî 100 hezar gumanbarên bi girêdana bi DAIŞê ve û endamên malbatên wan, piraniya wan jî jin û zarok in.

Bi dehan hezar jin û zarokên girêdayî DAIŞê, di kampên biyabanî yên girtî de û di rewşek dijwar a ku jiyana wan dixe metirsiyê de asêkirî ne, û ne kêmtir ji 12 hezar mêr û xort di girtîgehên qerebalix de ne. Ti kesek ji kesên biyanî yên ne Iraqî, nehatiye derxistin pêşberî dadger daku biryar li ser pêwîstî ango yasayîbûna binҫavkirina wan bide.

Di Cotmehê de, desthilata bi serkêşiya kurdan du efûyên giştî ragihandin. Yek ji bo 25 hezar Sûriyên li kampa Holê, û yek ji bo girtiyên DAIŞê yên Sûrî, ku bi tawanên tund nehatine tawanbarkirin. Heta dawiya Cotmehê, nêzîkî 1000 kes serbest hatine berdan.

Bi derbasbûna salan re, DAIŞê bi hezaran kes revandin, di nav wan de rojnamevan, ҫalakvan, xebatkarên bijîşkî, serokên civakî û ҫalakvanên mafên mirovan, ku ҫarenivîsa wan a nediyar berdewam dike. Li deverên ku berê di dest DAIŞê de bûn, bêhtir ji 20 gorên bikom ku bi hezaran laş têde bûn, hatine dîtin. Di gavek erênî de, di 5ê Nîsanê de, Encûmena Sûriya Demokratîk, ku desthilateke Kurdî ya defakto ye ku deverên berê di dest DAIŞê de bûn kontrol dike, avakirina komeke xebatê ya nû ku ji parêzer, ҫalakvan û xizm û ehlan pêk tê, ragihand, ji bo naskirina ҫarenivîsa kesên ku DAIŞê ew revandibûn. Lê belê, heta dema nivîsandina vê raporê, pêşveҫûneke kêm hatibû bidestxistin.

Hevpeymaniya leşkerî ya navdewletî ya li dijî DAIŞê hê bi awayekî hûr lêkolîn nekiriye derbarê êrîşên endamên xwe de yên ku kesên sivîl têde hatine kuştin, û ne jî programeke qerebûkirinê ango hevkarîkirina sivîlên ku ziyan ji operasiyonên hevpeymaniyê dîtine, pêkaniye.

Qeyrana Derbideriyê

Li seranserî welêt, 6.1 milyon derbiderên navxweyî hene. Li gorî Nivîsgeha Hevrêziya Karûbarên Mirovî ya NY (UNOCHA), heta nîvê Sibatê, 900 hezar kes ji ber şerê û pevҫûnên li parêzgeha Idlibê koҫber bûn. Ji Gulanê ve, tomarên Komîsiyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) diyar dikin ku, ji welatên mêvandar ên cîran bi tevahî 13 hezar û 423 penaber bi heza xwe vegeriyane. Sînorê Tirkiyê jî hêj girtî ye.

Di 27ê Sibatê de, Tirkiyê ragihand ku rayedarên wê dê rê li pêş wan penaxwazan negire, yên ku dixwazin Tirkiyê bicih bihêlin û berê xwe bidin Yekîtiya Ewropayê. Bi hezaran koҫber û penaxwaz, di nav de penaberên Sûrî, li ser sînorê Tirkiyê-Yûnanistanê kom bûn. Gelek koҫberên ku karîbûn derbasî Yûnanistanê bibin, bi awayekî neheq hatin dersînorkirin. Hêzên ewlehiyê yên Yûnanistanê, ligel hin kesên ҫekdar ên nenas, koҫber û penaxwaz binҫav kirin, tundî derheqê wan de bikar anîn, destdirêjiya cinsî li wan kirin, ew talan û tazî kirin û paşê ew neҫar kirin ku vegerin Tirkiyê. Tirkiyê jî berdewam e li ser binҫavkirin û dersînorkirina Sûriyan bi awayekî neheq bo bakurê Sûriyê, weke binpêkirinekê ji peywerên xwe yên li gorî yasayên navdewletî re.

Penaberên Sûrî yên li Libnanê, ji ber krîza aborî û diravî ya kûr li welêt, barekî mezin ketiye ser milê wan, ji bilî newekheviya berfireh a giştî û ya dezgehan derheqê wan de.

Ji ber siyasetên niştecihbûnê yên Libnanê, tenê ji sedî 20 ji nêzîk 1.5 milyon penaberên Sûrî li Libnanê bi awayekî yasayî li welêt dijîn, lewma piraniya wan di bin radarê de dimînin, ew bi awayekî neyasayî tên girtin û binҫavkirin û astengî li pêş wan tên danîn û bi awayek neyasayî bo Sûriyê tên dersînorkirin. Herî kêm 21 şarederiyên Libnanê belavbûna Covid-19ê weke behaneyekê bikar anîn, da qedexeyan li ser penaberên Sûrî deynin, ew qedexe jî li ser nişteciyên Libnanî nehatine danîn. Pandemîka Covid-19 li Libnanê rewşa dijwar a penaber û derbiderên navxweyî yên xwedan pêwîstiyên taybet, girantir kiriye.

Heta beriya girtina dibistanan ji ber pandemîkê, bêhtir ji 2 milyon zarok li Sûriyê û nêzîk ji yek milyon zarokên penaber, ji dibistanên bêpar bûn. Gelek astengiyên ekonomî û bîrokrasî tên pêş zarokên Sûrî yên penaber di rêya xwendinê de piştî qonaxa destpêkî, ligel kêmbûna hevkariya ji aliyê welatên mêvandar û bexşînerên navdewletî ve. Rêjeya tomarkirinê ya ji sedî 95 li dibistanên destpêkî, daket ji sedî 30 li dibistanên navîn/amadeyî li Tirkiye û Urdunê, û li Libnanê daket ji sedî 5. Li dibistanên Libnan û Urdunê cihê taybet ji bo zarokên penaber ên xwedan pêwîstiyên taybet hema nebûn.

Hikûmeta Sûriyê hê jî rê nade karmendên mirovî da xwe bigihînin 12 hezar penaberên li kampa Rukban li ser tixûbê Urdunê û alîkariyê bidin wan. Li gor ofîsa NYê ya Hevrêziya Karûbarên Mirovî (UNOCHA), kelûpelên sereke bi awayekî ne berdewam bi rêyên nefermî digihin kampê.

Di Tîrmeha borî de, Wezîrê Koҫ û Integrasiyonê yê Danmarkê, Mattias Tesfaye ragihand ku, dê Danmark destûrnameyên rûniştinê (îqame) yên penaberên ku ew dibîne êdî nema pêwîstiya wan bi parastinê heye, ji nû ve binerxîne û yan jî pûҫ bike. Welat (Danmark) 5 destûrnameyên penaberan ji Şamê pûҫ kirin, ji ber ku rewş li wir "baş bûye".

Hewldanên Lêpirsîna Navdewletî

Di Nîsanê de, dadgehkirina du karbidestên berê yên îstixbarata Sûriyê li Koblenz, li Almaniya destpê kir, di dozeke dîrokî ya îşkencekirinê de li yek ji navendên binҫavkirinê yên Sûriyê. Di heman mehê de yekemîn dadgehkirina derbarê komkujiya komî de ya ku yek ji gumanbarên DAIŞê li dijî kêmîneya Êzîdî kiribû, destpê kir. Welatên din, di nav de Fransa û Swêd, li gor yasayên xwe yên wîlayeta dadwerî ya cîhanî, dozên di heman warî de dişopînin. Mekanîzmaya Navdewletî Ya Bêalî û Serbixwe (IIIM) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, ku di sala 2016an de hatiye avakirin ji bo hevkariyê di lêkolîn û dadgehkirinên girêdayî tawanên şer û tawanên din ên dijwar li Sûriyê de, karê xwe berdewam dike, di nav de bi berpirsên dadwerî yên neteweyî re  di lêkolînên xwe de têkilî danîn.

Tîmê Lêpirsîn û Nasnameyê (ITT) li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, lêpirsîna êrîşên çekên kîmawî li Sûriyê didomîne, bi armanca destnîşankirina kiryaran. Di Nîsanê de, ITT piştrast kir ku hêza esmanî ya Sûrî sê êrîşên çekên kîmawî pêk anîne ku el-Latamîneh di Adara 2017 de kir armanc.

Di 17ê Hezîranê de, Yasaya Qeyser a parastina sivîlan li Sûriyê ket warê bicîkirinê. Di demekê de ku armanca diyarkirî ya van sizayan peydakirina berpirsiyariya binpêkirinên mafên mirovan e, lê ev yasa rê dide berpirsên Amerîkayê ku bi tena serê xwe sizayan – weke qedexeya rêwîtiyê û cemidandina sermiyanan - li ser takekes, şirket, pîşesazî û kiyanên ku alîkariyên madî û ekonomî didin hikûmet û hevbendên wê yên li Sûriyê tevdigerin û hêzên paraleşkerî. Di 17ê Hezîranê de 39 bendên destpêkî hatin danîn, piştre di 29ê Tîrmehê de 10 bendên din hatin ragihandin. Lê heta niha bandora giştî ya van sizayan nehatiye nirxandin.

Di Îlonê de, Holendayê Sûriye agehdar kir ku wê li ser bingeha benda Peymana Neteweyên Yekgirtî li dijî îşkenceyê, ya ku rê dide bi vekirina danûstandindna derbarê pevҫunan de li gor peymanê, û dibe ku piştre berê xwe bide Dadgeha Dadweriya Navdewletî.

Akterên Navdewletî Yên Ҫalak û Sereke

Tevî avakirina komîteya destûrî bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî, lê hê jî danûstandinên siyasî gişt rawestiyane. Komîteya ku ji bo berhevkirina aliyên Sûrî hatibû avakirin, di civîna xwe de dereng ket, û nûneratiya hemû aliyan nake, û di warê ragihandina encamên berҫav de jî biser neket.

Rûsya, Tirkiye û Îran berdewam in li ser bikaranîna bandora xwe li Sûriyê, ligel ku Rûsya serkêşiya hin hewldanan dike, ji bo ku rewatiyeke siyasî bide hikûmeta Sûriyê, bi hin rêyên wek bikaranîna vetoyê li Encûmena Asayişê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve. Pêgha Tirkiyê li navҫeyê rasterast di bin kontroka wê li Sûriyê de derdikeve, û bi awayekî nerasterast li Idlibê, ku di Adarê de bi Rûsyayê re danûstandin kirin ji bo ragihandina agirebseta ku heta niha didome.

Amerîka li ser piştgirîkirina hevpeymaniya li dijî DAIŞ a ҫalak li Sûriyê berdewam e, û hê jî hevkariya madî û lojistîkî dide Hêzên Sûriya Demokratîk, û herwiha hevkariya aramiyê li navҫeyê dike. Di Encûmena Asayişê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, Amerîka û hin welatên Ewropayê guvaş kirin ji bo vegerandina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovahî bi rêyên sînorî, û piştgirî dan hewlên dadgehkirina aliyên ku binpêkirin li Sûriyê kirine. Lê Rûsyayê bikaranîna mafê xwe yê vetoyê domand li dijî şandina alîkariyan bi rêya sînor.

Yekîtiya Ewropayê şermezarkrina binpêkirinên mafên mirovan û yasayên mirovî yên navdewletî li Sûriyê domand, û dubare piştgiriya hewldanên dadgehkirina navdewletî kir. Yekîtiya Ewropayê bi rêya înternêtê mêvandariya kongereya xwe ya ҫaremî derbarê Sûriyê de li Brûkselê kir, ligel tekezkirina li ser ҫareseriya krîzê bi rêyên siyasî û bersivdayîna pêwîstiyên mirovahî.

Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê sizayên li ser hikûmeta Sûriyê nûtir û berferehtir kirin.

Nirxandina Cîhanî ya Covid-19ê

Şerê ku ev deh sal in berdewam dike, aboriya welêt û sîstema ҫavdêriya tenduristiyê têk bir, di encam de hewldanên bersivdayîn û sivikkirina belavûna Covid-19ê bi awayekê mezin astengdar bû, heta li herêmên ku şerê ҫalak lê kêm bûye. Tevî ku amarên fermî hejmarên kêm didin xuyakirin, lê hin bijîşk û karmendên tenduristiyê yên hikûmetê ji wan amaran biguman in, û texmîn dikin ku bi sedan hezar kes bi vîrûsê Koronayê yê nû ketibin. Nexweşxaneyan pêşwazî li nexweşan nedikirin, û kêmbûna dijwar a alavên parastina kesî kirin ku hejmareke mezin bimirin. Herwiha pandemîkê parҫebûna li welat eşkere kir, di nav de cûdakariya di belavkirina alîkariyên bijîşkî yên sereke de, û rêbaza ewlekarî ya hovane ku dewletê girtiye ber ji bo tevgera ligel pandemîkê.

Aliyên krîzê di heman demê de gihiştin bo alîkariyên mirovahî û xizmetguzariyên sereke sînordar dikin, karînên mirovahî ji bo paratsina civakên qelis di pademîka Covid-19ê de jî asteng dikin. Beriya niha HRW kelemên ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve belge kirin, ku bûne sedema cûdakariyê di pêşkeşkirina hevkariyên mirovahî de, û ev di bersivdayîna Covid-19ê de berdewam dike. Rayedarên Tirkiyê jî rê nedan ku asta avê ya pêwîst bigihe navҫeyên di bin kontrola kurdan de li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Herwiha belavbûna vîrûsê Koronayê metirsiyên derbarê girtî û wendabûyan de girantir kirin. Hê jî bi dehan hezar kes di rewşeke mirovahî ya kambax de li girtîgehên hikûmetê dijîn, ku qedexekirina gihiştina bi ҫavdêriya tenduristiyê beşek ji siyaseta dewletê ye. (li şîroveya li jor binerin). Di 22ê Adarê de, Beşar el-Esed rêza tawanên ku di efûnameya Îlona 2019an de hat ragihandin, berferehtir kir, wek bersivdayînekê ji pandemîkê re. Lê belê, tenê ҫend sed kesên ku bi sedema tawanên giştî zindanîkirî bûn serbest hatine berdan, lê ҫarenivîsa bi hezaran kesan jî nediyar e.